ÊLA SEWÊDÎ

Heta wan salen dawî wexta mirov diçû nîvandarîye gûnden Sewêda, te dikarîbû adet, rism û toreyên Kurda bibînî; bîna Kûrditîye li wir bikşinî. Kinc, deng kirin, giredana merlixîye û kevneşopîya Sewêda hîn wek yên li Kûrdîstane bun. Aşîretên der û dore bîst sala berî vê edet û rismê xwe guhartibun, lê Sewêda ji Kurdîtîya xwe dev bernedabûn. Nîvandarîya wan e bi xelat (dîyarî) bû. Wexta ez zarok bûm, bi bavê xwe re çûm zîyarata xalan û wan: gore rîsinî, şê û neynik danê min. Tu caran nane wanî xweş û zimane wanî şerîn ji bîra min nare..lê mixabin hîro ew jê hatine guhartinî.

Gûnde Sewêda yê giredayî Konya-Cîhanbeylî ye ewin: Qêndîl, Yêyla Mewlid, Çîman, Du gunde Memed Elî (Beşkewaxa mezin û ya biçûk), Konak,Yayla Çolê, Yayla Kirlige ne. Serhêjmara wan nezîkî 1500 mal û 7300 kesin(hejmara 1990). Sewêde Qêndîlê ye bi aşîrete Canbeg û Reşîya re tevhev texmînî 300 salî ber we hatine. Lê gunde din nezikî 180 sale ji Aksaray’e hatine Cîhanbeylî ye. Li Aksarayê jî çar gunde Sewêdî yê hene. Ewna: Qullero (Gökkaya), Çawdarli, Seydo Jêr (Nebî uşaxi ) û Seydo Jor (Fatma Usaxi) ne. Wekî te zanîn li Aksaray û nawça we Ortaköyê ji sedî sihi (40 hezar) kes Kurdin. Ji wana nezikî 36 gund bi ziravê Kurmancî, 14 gund jî bi Kirmanckî (Dımıli-Zazakî) di peyivin; vê re «Erkeciga» ji dibejin. Wekî tê zanîn ew nava ji çiyayê(yan jî herêma bi navê Ekecîk hatiyê stendin) Tekîlîya wan gundana bi hewra gelek başe ( Sêyid e Tefîk,1926 bave xweyî ji Aksarayê hatîye).

Li gunde Çavdarli ye, li cem Qêre Şamaz «secera» Sewêda yê li ser çermê karxezala hatî nivîsî yê hebîye. Gora gotina Sêyide Tefîk di secereda « Ji Amedê sûrgune bajare Harput (El-ezîz) ê, navça Egînê û zozana Sariçîçekê bune. Sedema vê yeke jî leşker û bacê nedayîne devlete» teye nîvîsandin. Gora nêrîneka din jî eşîrê fîlîke bizina tene yî daye devlete ji ber we surgun bûye û wera gotine «kil-veran». Di destpêka koçberîyê de axê Reşîya jî li Sariçîçekê kirinê erdê-gorê û paşê ewe hatine Anadolê. Îhtîmaleka mezinê ku herdû aşîret li wir gîhiştibin hev…

Sewêdayê cara siftê hatine cîhe niha le war bunî, gundekî dinî bi nave Mihînayî li wir rudiniştîye(Mihînê Koçhîsarê ne an ne nizanim), li ser erde bihewra şer dikin û bange Osmanîya dikin ku ma biryare bidin. Fermandarê mûfreza Osmanî ji Sewêdîyan xeracê distîne û cîh dide wan. Gunde wan piranîyê li dora gira ne; dor-alîye xwe deştin. Dema li wir wêrîne gir û deştê tiji dar û avê pir biyê, lê mixabin niha pir hindik darên becî yê jê mane.

Dîroka Sewêdîya jê mîna bira yê wanê din pir bi şan û şerefê. Di pirtûka (Dîroka Kurdên Koçber)minê îsal derkevî de ez dûr û dîrêj qala vê dikim. Lê bi kûrtî mirov dikarê wiha bêje: berî Îslamê, Sewêdî jê li dora Xorasanê bûne û dînê wan jî Zerdûştû biyê. Piştî gelêk şeran Îslamê qebûl dikin û di bin fermandarîya Eba Mûslîm Xorasanî de digehêjin hev. Bi kuveta wan Eba, Emevîyan gerdikê-têk dibe û şûnê Abbasî tên îktîdarê. Rêvebirê Abbasîyan ji hêza Eba ditirsin û wî bi qelêşî di qesra xêlîfetîyê de dikûjin. Laşê wî parçê dikin û dawêjin çemê Dîclê. Bi ser wê de êlên li Xorasanê serê xwe heltinîn û sê mehan bi Abbasîyan re şer (dora salên 750-754) dikin. Di dawîyê de kuveta wan têr nakê belav dibin. Piştî çend salan yek ji Sewêdîyan dibe wezîrê Abbasîyan; mirovekî pir jêhatibiyê. Abbasî wî jî dukûjin. Bi ser wê de Sewêdî tên Kurdîstanê. Aşîretên din ber vê hatibûn. Îhtîmalekê ku cara yekêmîn Sewêdî hatibin Sewerekê. Şerefxan di pirtûka xwe bi navê ”Şerefnamê” beşa 8 an de, bi sernîvîsa «Bege Siwêdî» wiha dibêjê: ”Siwêdîya, di kela nawbera Amed û Ruha ya bi navê Sûrek (Sîverek) da dijîn.” Ne dûrê ku wan Kuradana navê xwe dabin wê navçê, ku wê demê kela bû…Gora dîtina E. Yavuz :«Kurdên Dîcle (=deşte), yanî Botî (=Zîlan) li Agirî, Eleşkîrt, Bazîte rutinin û ji 12 eşîran pêk tên: Zîlan, Birîkî, Delîkî, Pîrekhalî, SEVîDî, Ritkî, Gelturî, Kurdîkî, Cemaldînî, Dîlîrî, Mamzîdî, Celalî ne. Eger mirov li wan êlana binêrê, dibîne ku hemî tevlîhev bûne. Wek mînak Rûtan giredayî Şadîyan tên hêsibandin; Cemaldîna giredayî Milan; Celalî jî federasyonekî hîn tevlîhevê…Lê niqta girîng ewê ku wê demê Sewêdîyê li li dora Agirîyê dijîyanê.

Di rûpelên dîroke de mirov gelêk caran dibîne ku şêre Akkoyunlu, Karakoyunlu, Osmani, Faris û Îlhanliya yî ji bo desthilatdariya Kurdîstane pêk hatiyê. Hemîyan dixwast bandore xwe liser Kurda xûrt bikin. Kurda jî roleka mezin dilistin û bi alî ke bigirtana yan jî xwe pişta kijan dewlete da na ew dibûn xwêdîyê Kurdîstane(1431-1514).

Di wê demê de mezheba sunîî û şîî ji roleka girîng dilîst. Taybetîyeka we deme din jî: Kurd her tim dibun aletê dujmina û li herdu alîya li dij hev şêr dikirin.

Dema Osmanîyan de Sewêdîyan roleka girîng listin. Dema Bege Sewêda Mîr Hasan mir, kure wî Mîr Fahreddîn derbasî ser têxt dibe. Meriwekî gellek hesûd, merkûj û xwînrij biye. Ji ber zulma wî bira yê xwe Mîr Muhammed jî welate xwe terk kir û çû cem Uzun Hasanê Akkoyun. Hasan, di nîfak derxistina nawbera Kurda de gelêk ustabu. Wek mînak: Aşîrete Çemîşkezekê li ser tunetîye li dij hev derxistin, aşîrete Çemîşkezekê ajotin ser Botîyan û di navbera Dumelî û Dembîllîya de şer derket, qirana hevdu anîn(Kurdîstan tarîhî-M.Emîn Zekî). Bi vê yekê Kurd bê hêz dihişt û dikir bin bandora xwe. Manê bi alîkarîya Kurdên yê ji Karakoyunluya kirî girt û êrîş anîn ser mîrîtî û beglige Kûrdan. Dore sale 1450 î Mardîn, Amîd, Harput û Erzîngan di bin bandora Akkoyunluya (sunîî) bu. Di bin Gola Wanê û centrala Kûrdîstane ji di bin kontrola Karakoyunluya da bu. (Uzun Hasan beyliga Hançuk u Çebakçurê(Bîngol) da Mîr Muhammed. Wa ya bu sedema şerê herdu bira û Mîr Fahreddîn bi ser dikeve û birayê xwe dide kuştunî. Di wî şerî de ji bi hesanî xuya dike ku bire bihewra bune dujmin û bune aletên dujmine xwe…Yanê di dema Akkoyunîyan de Sewêdîyê li Kurdistanê, li dora Amed û Bîngolê bûnê ku ew pir girîngê.

Di dema Sûphan Bege Sewêdî da Çebakçur, Genç(kebx), Akçekale, Zak, Meşkurt diketin nav sinûrên Sewêdîya(Serefname sf.287). Sultan Ahmed Beg, Bira ye xwe Sûphan Beg ji Sultan Suleyman re gilî dike û wî bi kuştin dide. Çepekçurê didin destê karbidestêkî Osmanîyan û welate wan parva dikin. Bi sedama bira yên ji aşîreta Sewêdî bihev re dewar nekirinê û şêre hevdû kirinê, welatê wan ji dest wan tê girtinî…

Ji sala 1460 an bi şûnda Uzun Hasan êrîşê ser rojhilat kir; Sîîrt, Hesenkeyf zept kir. Li 1470 an de bi Karakoyunluya re ketin şer û Cezîre, Çolemerîk dagir kir. Uzun Hasan, kuştina Kurdên ku bi Karakoyunluya re hewkarî kirînî heyna ser xwe..1478 da Uzun Hasan mir, welat hate parçe kirin û Kurda azadîya xwe xwastin.

Begliga Dulqadir di nambera Osmanîyan û Akkoyunluya devlata davîye bu. Jı mırına Uzun Hasan şunde Akkoyunlu zayif ketin. Ji we yekê Dulqadira îstîfade kirin û li Amedê çend kelê zept kirin. Bi ser vê de Şah Îsmaîl çu ser Dulqadira, di şerda bi ser ket, ji Xorasanê heta nezîkî Maraşê kire bin kontrola xwe(1492).

Walîye Palu yê yî ji Aşîreta Mirdesî Cemşît û mîrîtîyê kurdê din Îranî ji hereme derxistin û ketin bin deste Osmanîya. Yavuz Selîm, li sala 1514 de çu ser Sah Îsmaîl, bi alîkarîya bege Kurda Şah şer vinda kir. Yavuz paytexte Safevî ya Tebrîz dagir kir. Dema Yavuz şunde vegerîya Şah derbase êrîşe bû; beg û êşîre Kurda xwe parastin. Ji bi îdare Kurdîstanê qayine/birajin xwe Muhammed Beg Ustaclu tayîn kir. Amîr Beg Mawsilu ye li Amedê yî xwedî hêz jî şandin Xorasanê. Biraye Mawsilu jî Amîd îdare dikir û ji Ustaclu re stû xar nekir, bajare xwe teslîmî alîgirên Şah nekir. Kurdên sunîî jî li dij şîî ye Şah rakir serhildanê û ji Zulqadira alîkarî xwest. Di şere dijwarî derketî de leşkeren Kurdan belaw bun. Ustaclu gelêk Kurd kuşt, talan kir, şêvitand û Mardîn, Cîzîre, Mosûl kir bin kontrola xwe. Şah Îsmaîl ji bo îdara Kurdistanê bi walî ye xwe dikir. Wexta idare ji Kurdan re cîh dihîştin ji didan kesen bê hez, kese li dij we yeke û azadîya Kûrdîstane dixwastinî bi howîtî dikuşt (1510). Ji vir ewê derdikevê ku wê demê kurdê bûne du beş; beşa sunîî û ya şîî û bihevre şerî dikirine. Tê dîtin ku carna aşîretek jê dibê dû beşa. Gor min tespît kirî wê demê Sewêdîyê sunî ne.

Di sala 1517 a de hêzen Kurdê di bin emra Şeyh Îdrîs û leşkere Osmanîya de, bi emra Yavuz Selîm erîşê dibin ser leşkerê Şah ê di bin serokatîya Karahanê li Merdîne. Seroke Osmanîya Biyikli Hasan Paşa; bi Kurde di bin serokatîya Bege Şîrvanê Husrev Beg , Valîye Sasonê Şeref Beg, Mîre Egîlê Kasim Beg û Valîye Atakê Ahmet Zerkî Beg (wana gîştik Kurdin) vê çun ser Îranîya. Di şer de Osmanî bi Kurdan ve Erganî, Sîncar, Çermîk, Sîwerek, Bîrecîk û Tîlafar zept kirin. Di dura Merdîn, Urfa, Hasankeyf û Rakka jî heynan.

Sewêdî ye berê li ser warê xwe bi hukum, xwedî hêz, leşker, devlement û welate xwe bi deste xwe çêkirî çima ware xwe terk kirin? Gotineka kevna dibêje: ”kes ji warî xaş narivê» ke ware wan ne xaş kir? Çar alternatîf hene:

1- Uzun Hasan, Kurdên bi Karakoyunluyan re hewkarî kirî hemî kuştin (1478).

2- Şah Îsmaîl heta nezîkî Maraşê dagir kir û Kurd ji ber rewîn. Kurde serxwebûn dixastini bi howiti dikuşt.

3- Valîye bi navî Ustaclu yê ji Kurdistan re şandî zulum kir û Kurden sunîî raperîna kirînî da bi ser neketin ji ber we jî barkirin (1510).

4- Yavuz Sultan Selim, Kurdên ku leşker, baç û alikarî nedanî şere Çaldiranê ceze kir ê wek Îdrîsî Bîtlîsî (16 reîse asîreta) xelat kir.

Ji ber sedêma alternatifekî an ji alternatifên zêde yên li jor me nivîsandî Sewêda ware xe terk kirin û çûn alîye Harputê. Gor zanîna min alternatîfa 2 û 3 a sedama koça wanê. Sedama çûyîna Harputê jî gor dîtina min: Di wê heremê de kontrol û êrîşên dujmina yê kêmbun; yekê jî aşîreta Reşîya yê li wir bi hêz bu; komên diketî bin bandora xwe diparast. Bi gotinê ka din îttîfaqa wan ew zêde diparastin. Eger ne zilmekî giran biya Sewêda jî bi hêsanî welate xwe terk nedikirin. Pewîste zulumekî neyî kişandin hebe ku meriv cîhe bav û kalên xwe cîbîne.

Sewêda, heta erîşên Osmanîya ye warin ser Reşîya yên li Harput, Malatya û Adiyamanê man; di vê nawberê de bihevre ketin tekîlî û hewkarîye. Di sala 1692 an de Osmanîya Reşî şandin Rakka, Hama û Humusê. Canbeg di sala 1697 a de şandin. Lê ji bo Sewêdîyan tu tespîtê dîrokî yê bi vî rengî nînin. Mumkûnê ku wê demê di bin navêkî din de dijîn. Lê di nava ”Turkmenê Helebê” de Sewêdî yê hene û ew hatê ispatkirin. Ku wê demê piranîya Kurdên hîro li Anadola Navînê di bin sîvana wî navî de bûn…

Hîro li Anatoliya Navîn wexta mirov bala xwe didê ser êlan, ferq û cûdahîyên biçûk mirov dibîne. Ew jî îşareta wê ku ewê li herêmên cûda jîyanê û di nava pêvajoyekî dîrokî cûda derbas bûne nîşan dide. Wek mînak:Heta sala 750 an êlê hîro li Anadolê yê li Xorasanê bi piranî li cem hev bûn. Piştî vê dîsa jihev qetîn û hatin Kurdistan, Anadol, Sûrîyê û Iraq . Dema Sewêdîyê li dora Amedê bûn; Reşî yê li Meletî û Semsûrê bûn. Canbegê li Amedê bûn. Têrikî yê li Egîlê bûn…

Ji bo vê, devokê Sewêda yê ji federasyon êlên Reşîyan cûdatire. Wek mînak:



Devoka Reşîya Devoka Sewêdî Kurdî



Kûrik Zarok, gede Zarok
Wenge Werkaye Wusa, wek, wiha
Li ba Cem cem

Ji xera Xura ji xwe re

Çirdikî? Çitorî? Çawayî?





Di alîye kincan de tu cûdatîye mezin tunun. Hemîya 20-30 salî bere Zebun (xeftan) ê se parçe; ji parrê parçek, ji pêrra jî du daw, ser we jî peştmal(berwang) û pişta terebûsê ye . Di bin zebun da ji hevalkiras (derpe) lixe dikirin. Li seri ji tasê bi pîllîk, ser we jî kitan û şar didane serê xwe. Kaloş dikirine lingên xwe. Gore gotine rûspîya şalê Sewêda ye bere sor bune. Ew niqteyêka pir girîngê. Çimkî hîna jî li Xorasanê şal sorin. Li alîye Reşîya dema ku cile sor, zer û rengîn lixekirin ê bejin: «Te çi xwe mîna Sewêda sor kiriye.» lê hîro wan kincana kesî lixe nake û rengînîya kincan zûda biyê ku wendabûye.

Adet û rusim: Di daveta da keç û xortê diketine destên hev û dîlane dikşandine. Dema bulxur (savar) bi destdar (du kerwe pane liser hewin, kerwî ser darîkî teraye û kullike di orte da ye, di kullera genim te berdanî û te çexkirin (ziwirandin) bulxur derî ne keç û xortê li ber-paş hew rudiniştine, destikî keçika yekî xorta bi darî dester digirtîye û tevhev diziwirandine. Wa îşa yî bi evare dibiye…Hîro ewê ji alî mezina vê tê înkar kirin lê li cem min di qeyîdên vîdeo de hemî hene…Keç û xorta yî li wir hewdu didîye û kilamên dila yê distiranê, êvîna xwe bihev re aşkerê dikirine.

Wek te zanîn hemî Kûrde Anadolîye musilmanin û bi mezheba Henefî re giredane lê Şêxbizine şafîi ne. Dema mirov li êdetên kevn mezdike, hîn bandore Zerduştîyê liser Kurde Anadolîye dibîne. Bi ro ê sond xwarin, pîrozîya agir, pelenana kullige û wkd meriv bi hêsanî dikare bibîne ku wana ji Zerduştiyê tene. Kulliga li derwa li cîhekî wello dikin, wexte kesî pêlena dibêjin guneye! Dema zarok nixaş diketine, kuligê qûl dikirine û zaroke dibin re derbas dikirine. Wexte xizanik-parsek ber roava hat û tiştek xwast, dibêjin «tiştekî pêdin, dest wale here gune!» Her tişte bi agir û ro ê re tekîlîya xwe heyî de pirozbahîyeke dibînin…

Rewşa hîro Sewêdî tê da, Hecî Fehmî (Çîman) yê 65 salî(sal 1997 a bû) lê mixabin niha çûyê rehmetê, bi kumekî kesik, kincên pakij û şor xaşî, bi kenekî germ wiha dide xuyakirin: « Ezî mîlletçîme, kî dibêje çi bila bêje, tirsa min ji kesî tune. Heftê çunî min bi komitane kerekol re jî got, valle kudera xwe tirşe ma di wir de biqelişê. Çima mîlletçî nebimkî? Herkes bu xwedî maf û devlet, em tene manî, ji sedama bê îttîfakî û bê mîlletçîlîxîye. Lê bele ezî li dîj komînistame ha!» bi avakî cîddî û bi hers şîrovê kiribû.





Şoreş Reşî



Kaynak:



1- Doğu Anadolu’da Aşiret Düzeni.Ahmet Özer

2- Kürdistan Tarihi.M.Emin Zeki

3- Şerefname

4- Kürtler. Anadolu’nun ilk sakinleri—Şükrü Kaya Seferoğlu

5- Axa, seyh û devlet-Martîn van Bruinessen

6- Seyîdê Tefîk re hevpeywîn (1997-K.Beskawak).Şoreş Reşî

7- Mistefa yê Hecî Hesen re hevpeywîn(1997-Kandîl) Şoreş Reşî